`Divê civak ji narkotîkê bê parastin`

Şêniyên Minbicê destnîşan kirin ku narkotîk ji bo hilweşandina civakan amûrek e, divê civak li hember vê diyardeyê bê parastina.

`Divê civak ji narkotîkê bê parastin`
8 tebax, 2023   14:39
 MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê têkildarî narkotîkê û zirarên wê li ser kesan û civakê, rola şerê taybet ê li dijî herêmê tê meşandin, semînerek li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist. Di semînerê de malbatên şehîdan, ciwan û endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê beşdar bûn.

Di semînerê de endamê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û gundewarê bijîşk Îsa Hemadî axivî û behsa xetereya narkotîkê, belavbûna wê li ser asta cîhanê kir û got: “Rêxistina WHO`yê sala 2020`an, narkotîk wek nexweşiya yekemîn li ser asta cîhanê nirxand. Ji ber ku kesên ji vê diyardeyê baş bûne, dîsa lê vegerîne. Heta asta vegerê jî gihaştiye ji sedî 85 yanî ji bingeha 100 kesên narkotîkê bi kar tînin û xwe derman kirine, 85`ê wan dîsa lê vegeriyane.”

Hemadî îşaret bi rêbazên bikaranîna narkotîkê kir, çawa bûye amûrek ji bo hilweşandina civakê û wiha domand: “Rêxistinên terorîst û hêzên dagirker, ji bo ku civaka me kontrol bikin narkotîkê belav dikin bi taybet di nav ciwanan de ku stûnên civakê ne, îro û pêşeroja wê ye.”

Di semînerê de beşdaran, pirsên xwe parve kirin û orgenîzerên semînerê bersiva guncew dan û balkişandin ser rola malbatê di vî alî de û çawa civakê û ciwanan jê biparêzin.

Der barê girîngiya semînerê û armancên wê de, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El Îdo wiha axivî: “Em dixwazin civakê ji vê diyardeyê hişyar bikin. Ji ber ku li ser pêşeroja civakê karesat e. Meclisa Malbatên Şehîdan berpirsê şopandina rewşa malbatên şehîdan e. Ji ber ku em parastina civakê wek erka xwe dibînin. Em dê li hember tevahî xetereyên li ser civakê li ber xwe bidin û wê biparêzin.”

(şx)

ANHA