Hunermendekî xwedî nasnameya gerdûnî: Aram Tîgran

Hunermend Xelîl Xemgîn anî ziman ku hunermend Aram Tîgran hunermendekî cûda bû, hem Kurd û hem Ermen bû, hezkiriyê Kurdistan û Ermenistanê bû. Xelîl Xemgîn got Aram Tîgran mîraseke binirx hişt û banga parastina vê mîrasê kir.

Hunermendekî xwedî nasnameya gerdûnî: Aram Tîgran
8 tebax, 2023   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Hunermend Aram Tîgran Ermen e, lê bi stranên xwe yên kurdî deng vedaye. Aram Tîgran ji gundê Omdî yê herêma Sasonê yê Bakurê Kurdistanê ye. Bavê Aram Tîgran Sakoy Melikyan piştî Komkujiya Sêfo ya ku Osmaniyan li dijî Ermenan û gelên ne Tirk pêk anîbû, koçî navçeya Farqînê ya Amedê kir û li wir dizewice. Ji ber ku qirkirinên etnîk ên Osmaniyan nasekinin,  bavê Aram di sala 1928'an de berê xwe dide Qamişloyê.

Hunermend, stranbêj û muzîkjenê navdar Aram Tîgran sala 1934'an li Qamişloyê ji dayik bû. Ji ber hezkirina wî ya ji Kurdan re ku malbata wî ji qirkirinên Osmaniyan rizgar kir, piraniya stranên xwe bi zimanê kurdî gotin.

Bavê Aram Tîgran stran digotin û li bilûrê dida, dayika wî jî xwedî dengekî xweş bû. Ji ber vê derdora ku lê mezin bû, Aram Tîgran fêrî lêdana amûrên muzîkê bû, lê alava cimbişê di ser alavên din re girt ku heta rêwîtiya wî ya dawîn pê re ma.

Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn der barê hunermendê nemir Aram Tîgran de got: "Hunermend Aram di destpêka salên 1960'î de li ser wesiyeta bavê xwe dest bi stranbêjiyê kir. Aram Tîgran her timî qala jiyana xwe ji me re dikir. Bavê wî stranbêjek bû, piraniya stranên ku çêkiribûn girêdayî folklorê bûn. Her tim digot bavê wî jê re digot Kurdan ew ji qirkirinê xilas kirine, lewre divê girîngiyê bide çanda Kurdan û biratiya Kurd û Ermenan biparêzî."

Aram Tîgran di sala 1957'an de zewicî û 3 zarokên wan çêdibin. Dema ku partiya Baas gihaşt ser desthilata Sûriyeyê, zextên mezin li ser Kurdan dan destpêkirin û axaftin û fêrbûna bi zimanê kurdî qedexe kirin. Ji ber van zextan Aram Tîgran di sala 1966'an de koçî paytexta Ermenistanê Êrîvanê kir. Li Ermenistanê jî di beşa kurdî yê Radyoya Êrîvanê de dixebite. Aram Tîgran helbestên helbestvanên Kurd ên navdar wekî Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj û Seydayê Keleş kirin stran.

Aram Tîgran bi zimanê kurdî, erebî, ermenkî, suryanî û yewnanî stran gotin. Zêdetirî 230 stranên wî yên bi zimanê kurdî hene, her wiha zêdetirî 100 stran bi zimanên ermenkî û derdora 100 stranên erebî, suryanî û yewnanî tomar kirin.

Xelîl Xemgîn anî ziman ku têkiliyên wî yên bi hunermend Aram Tîgran re di sala 1989'an de dema rewş li Ermenistanê aloz bû, dest pê kir û got di wê demê de hunermed Aram Tîgran dixwest ji Ermenistanê derkeve.

Xemgîn bal kişand ser taybetmendiyên hunermend Aram Tîgran jî û wiha got: "Hunermend Aram bi sekna xwe û bi hunera xwe cuda ye. Hem Kurd bû û hem Ermen bû. Hem hezkiriyê Kurdistanê û hem hezkiriyê Ermenistanê bû."

Xemgîn bal kişand ser dewlemendiya çandî ya li gel Aram Tîgran û ev li gotinên xwe zêde kir: "Aram Tîgran xwedî ferasteke mezin bû. Bêtir di nava çanda kurdî de mezin bûbû, lê tu caran jî ermentiya xwe û çanda ermenî paşguh nekir.”

‘MÎRASEKE HUNERÎ HIŞT’

Xelîl Xemgîn anî ziman ku Aram Tîgran di gotina stranên foklorî û kurdî yên girêdayî erdîngariya Kurdistanê de stayleke taybet afirand û got: "Hunera wî taybet bû, aşiqê muzîkê bû û bi stranan ve girêdayî bû. Her wiha girîngiyeke mezin da amûra xwe ya muzîkî ku bi dengî wî re bibû yek. Her tim dixwestin stranên nû pêş bixe. Hunermend Aram mohra xwe li çanda kurdî da û nirxekî hunerî ava kir. Qedirê hunerê dizanî, qedrê civakê dizanî, dizanî rola wî çi ye."

Xelîl Xemgîn bîranîneke hunermend Aram Tîgran vegot: "Dema ku ji Rojava çû Ermenistanê strana 'Diçim nema têm' got. Ev stran wekî destpêka pêvajoyeke ji bo wî bû. Dema ku diçe, gelek însan û hezkiriyên wî li dû wî digirîn û wê stranê bi hev du re dûbare dikin."

Xemgîn îşaret pê kir ku Aram Tîran helbestên siyasî yên Cegerxwîn û helbestên Feqê Teyran ên li ser çanda kurdî û heskirinê kirin stran û got: "Di stranên xwe yên şoreşgerî de êşa civaka xwe îfade dikir. Hunermend Aram xwedî hafîzeyeke dewlemend e ku di saetekê de stranek dinivîsand û saz dikir. Têkiliyên wê bi hunermendên ji çandên cûda re xurt bûn."

Her wiha Xemgîn diyar kir ku hunermend Aram Tîgran di derdoreke hunerî de derket ku wê demê zimanê kurdî qedexe bû û mirov nedikarî stranekê amade bike an jî girîngî nedidan stranan. Xelîl Xemgîn got, wê demê derfet pir kêm bûn, lê hunermend Aram rêbazên stranbêjiya kurdî ya resen pêş xist ku ji guhdaran re hêsan dihat.

Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku komeke hunermendên Kurd wê di 8'ê Tebaxê de hunermend Aram Tîgran li ser gora wî bi bîr bînin.

Xelîl Xemgîn derbarê parastina mîraseya ku hunermend Aram Tîgran hişt de wiha got: "Bawer dikim ku di sala 2010'an de çalakiyeke hunerî bi navê wî li bajarê Amedê hat lidarxistin.  Em dikarin bi rêya avakirina saziyên çand û hunerê yên bi navî wî mîraseya wî biparêzin. Divê em mîraseya ku hunermendên nemir hiştine ji bîr nekin. Bo nimume em dikarin vî nirxî li navendên wekî navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê biparêzin. "

Hunermend Xelîl Xemgîn anî ziman ku Aram Tîgran ji bo civaka kurdî û ya ermenî mîraseke e û got: "Her tim digot ez hem Kurd im û hem Ermen im."

Di sala 1990'an de Aram Tîgran ji Ermenistanê koçî Ewropayê kir ku li gelek bajarên Ewropayê bi konseran çand û folklora resen a Kurd û Ermenan zindî kir.

Aram Tîgran di salên 1990'î de serdana Rojavayê Kurdistanê kir û Rêber Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas kir. Dostaniya xurt di navbera wan de çêdibe. Rêber Abdullah Ocalan eleqeyeke mezin da hunermend Aram Tîgran û hunera wî û jê dixwest strana Derwêşê Evdî bibêje.

Aram Tîgran heta koça xwe ya dawîn di sala 2009'an li paytexta Yewnanistan Atînayê ma. Aram Tîgran beşdarî pîrozbaniya Newrozê ya sala 2008'an a li Batmanê bû, her wiha beşdarî Festîvala Çandî ya Amedê bû ku ji aliyê Şaredariya Amedê ve hatibû organîzekirin û di festîvalê de hat xelatkirin.

Piştî ji Amedê vedigere, ji ber krîza dil di 8'ê Tebaxa 2009'an de koça dawî kir. Wesiyeta hunermend Aram Tîgran ew bû ku li Amedê were veşartin, lê desthilata Tirk bi hinceta ku ne welatiyekî Tirk e, qebûl nekir cenaze li Amedê were veşartin. Ji ber vê yekê li Brukselê hat veşartin.

(bb)

ANHA