Welatiyekî efrînî yê vegeriya gundê xwe hat revandin

Welatiyekî ji navçeya Şera ya Efrînê dema vegeriya gundê xwe yê li navçeyê ji aliyê çeteyê dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Welatiyekî efrînî yê vegeriya gundê xwe hat revandin
6 tebax, 2023   10:14
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku welatiyê bi navê Reşîd Ebdo Dawûd ê ji gundê Dêr Siwanê yê girêdayî navçeya Şera dema ji Tirkiyeyê vegeriya gundê xwe, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Çavkanî da zanîn ku Reşîd beriya vegera gundê xwe jî, 6 mehan li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin.

(c)

ANHA