Li peravên Îtalyayê du keştiyên penaberan noqî avê bûn

Li peravên başûrê Îtalyayê du keştiyên ku 90 penaber tê de bûn noqî avê bûn. Heta niha tenê cenazeyên du penaberan hatine derxistin. Li gorî raporan, zêdetirî 30 kes windayî ne.

Li peravên Îtalyayê du keştiyên penaberan noqî avê bûn
6 tebax, 2023   10:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Deryayî yên Îtalyayê daxuyand ku wan roja yekşemê li hember girava Lampedusa ya başûrê Îtalyayê cenazeyên 2 penaberan derxistine û 57 kesên din rizgar kirine. Lê li gorî raporan zêdetirî 30 kes windayî ne.

Ajansa nûçeyan a Îtalyayê “Ansa” jî li gorî kesên rizgarbûyî ragihand ku du keştiyên penaberan ên ji bendera Sefqas a Tunisê ber bi Ewropayê ve bi rê ketine, roja şemiyê noqî avê bûne. Li gorî heman ajansê, di keşteyekê de 48 kes hebûn, di ya din de jî 42 kes hebûn. Hat ragihandin ku hêzên deryayî 46 kîlometre dûrî girava Lompedusa rastî kesên rizgarbûyî hatine û cenazeyên du penaberan (jinek û pitika wê) derxistine.

Li gorî ajansa Reutersê jî, berdevkê hêzên deryayî yên îtalyayê got ku heta niha tenê du cenaze hatine derxistin û hin kes rizgar bûne.

(c)