Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan

Bi rasthatina salvegera 9`an a Komkujiya Şengalê, Kongra Star û Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê xwepêşandanek li dar xist û qetilkirina jinan û şikandina vîna wan a azad şermezar kir.

Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
Ji bo bîrînan qurbaniyên komkujiya Şengalê li Helebê xwepêşandan
2 tebax, 2023   18:33
HELEB

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li pêşiya mala şehîd Selwa Yusif (Jiyan Tolhildan) a ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo şehîd bûye, rawestiya.

Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û got: “Em komkujiya Şengalê şermezar dikin û tevî wê jî em hîna banga azadî û aştiyê dikin. DAIŞ`ê bi komkujiyê xwest vîna gelê Êzidî û çanda me tune bike. Lê xelkê Şengalê xwe bi rêxistin kir û li hember wê sekinî.”

Rûşîn bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriya gelê Kurd û êzidî bike û destnîşan kir ku gelê Êzidî li ser şopa fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne û serî ji dijminan re natewîne.

(şx)

ANHA