​​​​​​​Êzidiyan li NY′yê giliyê dewleta Tirk kir

The Guardianê da zanîn ku êzidiyan ji ber êrişa di Tebaxa 2021`an de, li Konseya Mafên Mirovan a NY`yê bi fermî giliyê dewleta Tirk a dagirker kiriye.

​​​​​​​Êzidiyan li NY′yê giliyê dewleta Tirk kir
1 tebax, 2023   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya ‘The Guardian’ a Brîtanyayê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di Tebaxa 2021′an de nexweşxaneyek li Şengalê bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Rojnameyê diyar kir ku ji ber vî sûcê dewleta Tirk a dagirker, li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê dewleta Tirk hatiye kirin.

Li gorî rojnameyê, ev doza yekemîn e ku têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî êzidiyan tê vekirin.

Li gorî rojnameyê, kesên giliyê dewleta Tirk kiriye, 4 kesên ji êrişan rizgar bûne û şahid in. Wan di giliyê xwe de gotiye li gorî qanûnên navneteweyî û madeya 6′an a Danezana Mafên Sivîl û Siyasî êrişên dewleta Tirk mafê wan ê jiyanê binpê dikin.

Hat ragihandin ku piştî amadekariyên 2 salan dawiya hefteya borî gilî hatiye kirin û hat gotin ku kesên gilî kirine bi bîr xistiye ku dewleta Tirk qetilkirina sivîlan di êrişên hewayî de lêpirsîn nekiriye, ev yek jî mafên wan ê girîngiya pêkanîna lêpirsîneke lezgîn, serbixwe û aktîf li gorî heman madeyê (madeya 6`an) binpê dike.

Li gorî gilînameya ji NY′yê re hatiye pêşkêşkirin, nexweşxane nêzî nuqteyeke kontrolê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû, lê belê tu çekdarên ku parastina wê nuqteya li herêmeke sivîlan dikir, tune bûn. Gilîdaran got 8 kesên di êrişê de hatine qetilkirin xebatkarên nexweşxaneyê bûn.

Li gorî rapora gilîdaran, nexweşxaneya hatibû hedefgirtin bi temamî cihekî sivîlan bû û girêdayî Rêveberiya Meclisa Şengalê bû û tê de 20 xebatkar hebûn.

Gilîdarek jî karmendekî nexweşxaneyê bû û şahidiya bûyerê kiriye, dibêje ew hîna jî ji bandorên êrişê xelas nebûye.

Di gilînameyê de hate diyarkirin ku ‘Yekîneya Lêpirsînê’ ku rêxistineke hiqûqî ya sivîl e û ‘Rêxistina Jinan ji bo Edaletê’ ku ew jî rêxistineke jinên êzidî ye û li Almanyayê ye, li ser navê her çar êzidiyan ketine nava tevgerê û doz xistine rojeva xwe.

(fr/c)