5 leşkerên Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Hemayê êrişî karwanekî hêzên hikumeta Şamê kir. Di êrişê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

5 leşkerên Şamê hatin kuştin
1 tebax, 2023   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞ`ê duh piştî saet 00:00`an li ser rêya Reqa-Selemiyê ya li rojhilatê Hemayê, êrişî karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê kir. Hate zanîn ku karwanê leşkerî ji sehrîcên petrolê pêk dihat.

Di êrişê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn û hin sehrîc (tanker) şewitîn.

Radyoya Şam FM a nêzî hikumeta Şamê jî ragihand ku li ser rêya Hums-Reqayê li nêzî herêma Mecbel di navbera hêzên Şamê û komeke çekdaran de ku tê texmînkirin girêdayî DAIŞ`ê ne, şer derketiye.

(c)