Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 6 mehan li hola civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
31 tîrmeh, 2023   17:47
REQA

Koordînasyona Jinan a Sûriyeyê ya 7 herêman û Desteya Parastinê, komîte, desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tev li civînê bûn.

Di civînê de koordînatora Desteya Jinan a Sûriyeyê Edalet Omer rewşa siyasî ya Sûriye, Rojhilata Navîn, vegerandina Sûriye li Komkara Dewletên Ereb, guhertina dewletên ereb li hember verandina Sûriyeyê, şîrove kirin.

Edalet di axaftina xwe de cih da şerê Rûsya û UKraynayê û çawa bandor li cîhanê kir bi taybet pirsgirêka dan ku Ukrayna jêdera wê ya sereke ye. Edalet destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide ku çareseriya sûriyeyî-sûriyeyî pêk bîne bi taybet piştî beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriyê.

Dûre seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û behsa çekên di şeran de tên bikaranîn, nemaze ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve, dosyaya Sûriyeyê kirin. Her wiha got: “Me nirxandibû ku dosyaya Sûriyeyê tê cemidandin û çareserî hatin astengkirin. Çareserî heye lê astengî li ser asta herêmî yan jî xwecih û navneteweyî heye. Mijara Sûriyeyê, girêktir bûye. Nepêkane ku çareser bibe madem tirk û îran li Sûriyeyê ne. Nêrîn û çareserî li cem me hene, ruxmî astengiyên rejîmê derxistin û aloziya aborî.”

Dûre rapora 6 mehan a her herêmekê hate xwendin û rewşa rêxistinî ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku navaroka wê wiha ye: “Di aloziya Sûriyeyê de, êş û gelek karesat çêbûn. Di gelek aliyan de, gelê Sûriyeyê êş û zehmetî kişandin. Para herî zêde ya jinan. Lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewş cuda bû û gelek destkeftî li ser astên siyasî, leşkerî, dîplomasî  û çandî bi dest xistin.

Ruxmî van destkeftiyan, pêwîstî bi têkoşîn û xebatan heye da ku azadî û mafên xwe bi dest bixe û tundiya li ser tê meşandin têk bibe, kontrolkirina herêmê ji aliyê DAIŞ`ê ve heta demekê bi awayekî neyîn û trajedîk bandor li jiyana jinan û têkoşîna wê kir. Hîna bandor li zihniyeta civakê dike tevî ku ev rêxistin di aliyê leşkerî de hate tunekirin. Dagirkirina gelek herêmên Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, êşên jinan zêde kirin. Li dijî wan tevahî binpêkirinên hovane tên kirin.

Ev sûc û êrişên pergalên şerê taybet li Sûriyeyê jinan dikin hedef. Tirkiye bi rêya torên fihûşê, narkotîkê û diyardeya parsiyê û sêxûriyê, jin bi kar tîne. Ew ji vê armanc dike ku Rêveberiya Xweser têk bibe. Paşguhkirin, zulma di encama zihniyeta baviksalarî li dijî jinan tê kirin, berdewam e. Zewicandina zarokan, pirbûna jinan, kuştina bi hinceta namûsê, tundiya bedenî û lêdan berdewam in.

Di 6 mehên dawîn de sûcên li dijî jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha be;

25 bûyerên kuştina jinan, 18 zewicandina zarokan, 104 bûyerên pirbûna jinan, 19 bûyerên xwekuştinê, 23 hewldanên xwekuştinê, 9 bûyerên destavêtinê, 25 destdirêjî, 13 fihûş, 5 xiyaneta zayendî, 12 bikaranîn narkotîkê.

Jin li herêmê li ser bingeha baweriya wê bi edaleta doza xwe û ji bo ku mafên xwe bi dest bixe, tundî û cudabûna li dijî wê bi dawî bike, rêya xwe ber bi azadiyê ve pejirand. Têkoşîna xwe ji bo avakirina civakeke azad di aliyê zayendî de berdewam bike. Ji ber wê em dê dozên jinan bişopînin, pêkanîna qanûnan li herêmê ku nehatin pêkanîn, sekna li hember tevahî cureyên tundiyê û sûcan berdewam bikin ta ku bigihêjin civakeke demokratîk a dûrî tundiyê û şeran û mafên tevahî pêkhateyan misoger dike.”

(şx)

ANHA