NY û IOM ji bo koçberên li ser sînorê Tûnisê banga ‘çareseriya lezgîn’ kir

Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ji bo koçberên ku bi hefteyan e li ser sînorên Tunisê yên nêzî Lîbya û Cezaîrê asê mane, banga ‘çareseriya lezgîn’ kir.

NY û IOM ji bo koçberên li ser sînorê Tûnisê banga ‘çareseriya lezgîn’ kir
28 tîrmeh, 2023   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) daxuyaniyeke hevpar da.

Her du saziyan diyar kirin ew ji tendirustî û ewlekariya bi sedan kesan, bi fikar in.

Di 3’yê Tîrmehê de ji ber ku kesekî ji Tunisê di lêdanekê de jiyana xwe ji dest dabû, koçberên ji Efrîkayê careke din hatin koçberkirin. Rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku koçber û penaber li qadên çolê yên nêzî sînorên Lîbya û Cezaîrê ne û terkî qedera xwe hatine kirin. Ev koçber nikarin xwarin û vexwarinê bi dest bixin û li çolê bêçare ne.

Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ji serê meha Tîrmehê û heta niha polîsên Tunisê nêzî 1200 kesên ji Afrîkayê koçî herêmên sînor ên Lîbya û Cezaîrê kirine.