Li kampa Dawidiyayê ya Başûr şewat

Li kampa Dawidiyayê a Başûrê Kurdistanê ku şengalî lê dimînin, şewat derket. Di encama şewatê de 25 konteynir şewitîn.

Li kampa Dawidiyayê ya Başûr şewat
28 tîrmeh, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li kampa Dawidiyayê ya li navçeya Amediyê ya parêzgeha Dihokê, agir bi konteyniran ket.

Ji ber şewatê tiştek bi kesî nehat, lê 25 konteynir bi temamî şewitîn.

Kampa Dawdiyayê sala 2014'an hate avakirin û koçberên şengalî lê hatin bicihkirin.

Li kampê 500 konteynir hene û 2 hezar û 500 şengalî lê dimînin.