Navenda Hêzil dewreyên fêrkirinê vekirin

Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ji zarokên li Tirbespiyê re dewreyên fêrkirinê yên bêpere vekirin.

Navenda Hêzil dewreyên fêrkirinê vekirin
28 tîrmeh, 2023   06:30
QAMIŞLO-CÎHAN SILÊMAN

Bi bidawîbûna sala xwendinê re Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ragihand ku dewreyên muzîk, stran û fêrkirina govend û şêwekariyan ji bo jinan vekirin.

Xwendekar ji mamosteyên di muzîk, şêwekarî û govendan de pispor in, perwerdeyê dibînin. 51 xwendekar li gorî behre û xwestekên xwe perwerdeyê dibînin.

Lîlav Xalid a ku perwerdeya muzîkê distîne, dibêje ev dewre ji bo geşkirina behreyên wan şansek in û li ser gelek alavên mîna gîtar, ûd, org û kemanê perwerdeyê distînin.

Li gorî Lîlavê, ew di perwerdeyê de sûdê ji bo geşkirina behreyên xwe werdigirin, bi wê re behreyên wan rojane bi pêş dikevin û hêvî dike di pêşerojê de bibe stranbêj.

Li aliyekî din jî 16 xwendekar li ser rêsandin, dirûtina cilên folklorîk û şêwekariyên din perwerde dibin.

Mamosteya Ibtîhal Mehmûd diyar kir ku piştî Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ev dewre ragihandin, ji bo fêrbûna şêwekariyan jinan xwe tomar kirin û ew jinan li gorî bernameyê perwerde dikin. Ibtîhalê wiha got: "Em van şêwekariyan di pêşangehên fermî de pêşkêş dikin û li kêleka wê jî sûdê ji wan werdigirin."

Koma Hêzil a Dîlan û Muzîkî di 1987′an de li Tirbespiyê hate damezirandin û bi destpêkirina şoreşa Rojava re bi awayekî nepenî li jêrzemînekê navendek bi navê Navenda Cegerxwîn hate vekirin. Piştî hikumeta Şamê ji Tirbespiyê hate derxistin, bi awayekî fermî navê navendê bû Navenda Hêzil a Çand û Hunerê.

Îro jî li navendê Koma Şehîd Xebat a Stranan, Koma Şehîd Bawer a Muzîk û Stranan, Koma Şehîd Rêwan a Dîlana Folklorîk hene û ev kom di hemû bone û cejnên neteweyî de beşdar dibin.

(fr)

ANHA