​​​​​​​Konferansa dîrokî ya Lozanê di roja duyemîn de didome

Konferansa 100 saliya peyamana qirker a Lozanê di roja xwe ya duyem de li bajarê Lozan yê Swîsreyê dewam dike.

​​​​​​​Konferansa dîrokî ya Lozanê di roja duyemîn de didome
23 tîrmeh, 2023   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, li paytexta Swîsreyê Lozanê der barê sed salên dawîn de tiştên hatine serê Kurdan û bandora vî tiştî ya li ser sedsala pêş a Kurdan, konferansek tê lidarxistin. Konferans di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Di roja duyemîn de konferans bi axaftina hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus destpê kir.

Îro wê du rûniştin bên lidarxistin. Kurdê Omer û Seher Aydar wê moderatoriya panela destpêkê ya bi sernava ‘Rewşa jinan û têkoşîna wan’ bikin.

Di rûniştina duyem de jî wê ‘Rewşa gelên Ermenî, Asûrî û Keldanî’ were nîqaşkirin.

Di rûniştina dawî de jî bi moderatoriya Behrê Mohamed Mehmod û Rojan Hazim wê bi sernava ‘Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salan’ were nirxandin.

Di beşa encamê de jî wê ‘Biryara Konferansê û Encaname’ were eşkerekirin. Di 24’ê Tîrmehê roja Duşemê saet 10.00’an de wê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy encamnameya konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê were eşkerekirin.