Li Iraqê bavekî zaroka xwe qetil kir

Li bajarê Dîwaniyê yê parêzgeha Qadisiyê ya Iraqê bavekî keça xwe ya 10 salî bi awayekî hovane qetil kir.

Li Iraqê bavekî zaroka xwe qetil kir
22 tîrmeh, 2023   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Jinan a Iraqê ya Piştgiriya Jin û Malbatan da zanîn ku li bajarê Dîwaniyê yê parêzgeha Qadisiye ya başûrê Iraqê bavekî keça xwe ya 10 salî qetil kir.

Rêxistina Mafên Jinan a Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha da zanîn: "Li parêzgeha Dîwaniyê ya Iraqê bavekî keça xwe qetil kir, ji ber ku dîmenekî wê belav bûbû. Divê şîret li zarokan werin kirin, ne ku bên qetilkirin."

Li gorî agahiyên rêxistinê dane, bav bi awayekî tund li keça xwe daye, piştre ew xeniqandiye.

Xizmekî malbatê li ser qetilkirina zarokê got: "Lê da û ser, diran û hestiyên wê şikandin. Ev hovek e ne mirov e, ji ber ku keça xwe ya ji xwîna xwe qetil kir.”

Li gorî rêxistinên hiqûqî yên Iraqê, li seranserî welat tundiya malbatî zêde bûye. Di salekê de zêdetirî 15 hezar bûyerên tundiyê hatin tomarkirin.

(bb)