Şewata li daristanên Merîwanê didome

Şewata li daristanên Merîwanê 3 roj e didome. Çalakvanên jîngehê û xelkê herêmê hewl didin şewatê vemirînin. Heta niha 7 kes ji ber şewatê birîndar bûne.

Şewata li daristanên Merîwanê didome
22 tîrmeh, 2023   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

19’ê Tîrmehê di saetên nîvro de li daristanên gundê Kolkê Jan ê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê şewatê dest pê kir û bi lez belavî gundên derdor bû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê heta niha li vê herêmê gelek daristan şewitîne û tevî daxwaza alîkariya lezgîn a çalakvan û rayedaran jî şewat heta niha nehatiye kontrolkirin.

Rayedaran şeva 20’ê Tîrmehê ragihandin helîkopterên avrêjê ji Tehranê derketine û ber bi Merîwanê ve rê ketine. Her wiha gelê herêmê bi şev û roj li cihê bûyerê ye û hewl didin şewatê kontrol bikin.

Her sal daristanên herêma Merîwanê bi plankirî didin ber agir û ev yek jî di hinek rewşan de ji aliyê kesên qezancan ji bo berjewendiyên şexsî û di piraniya rewşan de bi plankirî û ji aliyê hikumetê ve bi sedemên siyasî tên kirin.

Ji ber ku li vê herêmê bi berdewamî dubarebûna şewatan, di bin siya birêveberiya nebaş a desthilatdaran de nebûna tesîsên guncaw ji bo vemirandina agiran û xemsariya hikumetê ya ji bo vê herêmê, gelê herêmê her sal bi sedema hewldana vemirandina şewatên vê deverê, jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.