KCD'ê ji bo parastina mafên Êzidiyan bang kir

KCD'ê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Êzidiyan da û ji bo parastina mafên wan ên rewa bang kir.

KCD'ê ji bo parastina mafên Êzidiyan bang kir
21 tîrmeh, 2023   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî êrişên li dijî Êzidiyan ku li gundê Zervayê yê navçeya Wêranşar a Rihayê cerdevanan dest danîn ser xanî û erdên wan û êrişî wan kirin, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.

Daxuyaniya KCD'ê bi vî awayî ye:

 "Civaka me ya Êzidî gelek caran bi qirkirinê re rû bi rû ma, ji ber vê yekê jî di demên cuda de dest ji axa xwe berdan, koçber bûn û îro li gelek welatên cihanê belav bûne. Piştî koçberiya wan a ji Kurdistanê, axa wan hate desteserkirin û bi taybetî ev yek bi destê hêzên ku pişta xwe didin desthilatdariyê pêk tê ku gelek ji wan ji cerdevan in. Ev êrişên ku bi piştgiriya dewletê pêk tên nîşan dide ku dixwazin civaka Êzidî bê cih, bê war û bê hafiza bihêlin.

DAİŞ’ê jî bi vê mebestê fermana 73’yemîn pêk anî ku çand û baweriya  civaka me ya Êzidî qir bike, ên ku îro dixwazin axa gelê me yê Êizdî desteser bikin, mal û milkê wan xasp bikin xwediyê zihniyeta hov a DAİŞ’ê ne ku ji aliyê şirîkê DAİŞ’ê ve tên parastin.

Êzidiyên ku dixwazin vegerin ser axa xwe, gund û warê xwe ji nû ve ava bikin îro, tên astengkirin û rastî êrişan tên, êrişên bi vî rengî li bajarên weke Şirnex, Êlih, Mêrdin û Rihayê pêk tên ku mînaka dawî ya van êrişan li Weranşarê qewimî, li gundê Zervayê xanî û erdên tapokirî yên malbatên Êzidî hatine desteserkirin, malbatên ku dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin rastî êrişên cerdevanan tên. Em wek KCD’ê diyar dikin ku em van êrişan qebûl nakin, divê civaka me ya Êzidî li ser axa xwe bi awayeke azad û wekhev çand û baweriya xwe bijî, nasnama xwe biparêze û kevneşopiya xwe bidomîne. Ev mafê wan ê rewa ye. 

Êzidiyên ku ji ber baweriya xwe rastî gelek qirkirin û êrişan hatine civakeke qedîm a Kurdistanê ye. Em wek KCD’ê êrişên li ser civaka me ya Êzidî şermezar dikin û bang li gelê xwe, saziyên sivîl, partî û rêxistinên kurdî dikin ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin û ji bo parastina mafên wan ên rewa di nav hewldanan de bin. "