Ji Qamişlo û Reqayê tenkerên avê ji bo Hesekê tên şandin

Bi dehan tenkerên avê ji bo piştgiriya xelkê bajarê Hesekê ku aloziya tunebûna avê dijî, berê xwe da Hesekê. Karwanekî din ji Reqayê jî bi heman armancê berê xwe daye bajêr.

Ji Qamişlo û Reqayê tenkerên avê ji bo Hesekê tên şandin
Ji Qamişlo û Reqayê tenkerên avê ji bo Hesekê tên şandin
Ji Qamişlo û Reqayê tenkerên avê ji bo Hesekê tên şandin
Ji Qamişlo û Reqayê tenkerên avê ji bo Hesekê tên şandin
Ji Qamişlo û Reqayê tenkerên avê ji bo Hesekê tên şandin
18 tîrmeh, 2023   12:11
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker bikaranîna avê wekî çekekê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta dagirker ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriye zêdetirî 36 car in ava stasyona Elokê ji ser zêdetirî milyonek û nîv mirovên li bajêr û gundewarên wê qut dike. Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3`yê Tîrmehê de bajarê Hesekê wekî herêma karesatê ragihandibû.

Li gel bilindbûna pileyên germahiyê û aloziya avê ya li bajarê Hesekê, Gerînedetiya Avê ya Qamişlo bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Qamişlo ji bo belavkirina avê li Hesekê însiyatîfek ragihand.

Di çarçoveya vê hemleyê de, vê sibehê 40 tenkerên avê û erebeyên agirkujiyê ji bo piştgiriya xelkê Hesekê ji Qamişlo berê xwe da Hesekê.

Li gorî Hevserkê Gerînendetiya Avê ya kantona Qamişlo Xorşîd Îso, ev însiyatîf piştî civîna dawîn a komîteya şaredariyan û gerînendetiyê ya li Qamişloyê hatiye ragihandin.

Îso da zanîn ku dê av heftane were belavkirin û diyar kir ku armanca wan ji vê gavê sivikkirina barê şêniyên bajêr e.

Li gorî agahiyên ku me ji Hevserokê Daîreya Avê ya Hesekê wergirtine, karwanekî din ên tenkeran jî ku hejmara wan hîne ne diyar e, vê sibehê ji Reqayê berê xwe daya Hesekê.

(c)

ANHA