​​​​​​​Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din hat kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin ku 28 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdaneke din kir.

​​​​​​​Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din hat kirin
13 tîrmeh, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi tu awahî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bêbersiv têne hiştin.