Greva Dag û Er a li dijî zextên PDK'ê dewam dike

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 57 rojin li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, di greva birçîbûnê de ne.

Greva Dag û Er a li dijî zextên PDK'ê dewam dike
13 tîrmeh, 2023   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 57’yan de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Tevî gelek bangan jî heya niharayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er tu daxuyaniyek û helwestek nîşan nedan.