​​​​​​​Li ber çemê Firatê navendeke rizgariyê ya gerok hate avakirin

Bi armanca parastina xelkê Reqayê ji noqbûnê, li ber çemê Firatê li Reqa û gundewarên wê navendeke rizgariyê ya gerok hate avakirin. Erka wê nuqteyê rizgarî û destwerdana lezgîn di rewşên awarte de ye.

​​​​​​​Li ber çemê Firatê navendeke rizgariyê ya gerok hate avakirin
12 tîrmeh, 2023   04:38
REQA-ENES MIHEMED

Bi hatina havîn û bilindbûna pileyên germahiyê re piranî xelkê Reqayê tevî malbatên xwe berê xwe didin çemê Firatê da ku avjeniyê bikin û li ber çemê rûnin.

Bi armanca parastina welatiyan ji noqbûnê, Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê navendeke rizgariyê ya gerok li ber çemê Firatê ava kir. Xebata navendê ji saet yekê piştî nîvro heta 8′an êvarê ye.

Di navendê de 2 noqîvan, erebeyeke ambulancê, hemşîre hene.

/kr/uploads/files/2023/07/11/182724_-1.webp

Der barê mijarê de ajansa me bi berpirsê tîma noqîvanan a Reqayê Mehmûd Ebdo re civiya. Ebdo wiha got: "Xebata navendê di 14.06.2023′yan de dest pê kir. Ji xebatên vê tîmê, dîmenê hîmên pira Reşîd bikişîne û çavdêriyê li derdora çemê bike da ku tu kes noq nebin."

Ebdo wiha domand: "Tîma noqîvanan dê kesên di çemê û kanalên avdanê de rastî noqbûyînê werin rizgar bikin, her wiha dê erebeyên şênî li ber keviyê çemê dihêlin rastî noqbûyînê werin bikişînin."

Ebdo diyar kir ku ji bo destwerdana lezgîn û dema tu kes rastî noqbûyînê were navenda rizgariyê li ser keviyên çemê digere.

Ebdo bang li xekê Reqayê kir ku dema diçin ber çemê Firatê hay xwe û zarokên xwe hebin û piştî xwarinê danekevin avê û bi nava çemê de neçin, ji ber pêlên xurt û gergerokên avê hene.

Tîma Destwerdana Lezgîn ji bo alîkariyê tîmê di dema qezayên awarte de bê kirin, jimare veqetandibûn û ev jimare li ser medyayên dijîtal li Reqayê belav kirin, her wiha li ser pankartên danînbûn û li kolanên Reqayê daliqandibûn.

/kr/uploads/files/2023/07/11/182707_-1.webp

Li aliyekî din jî noqîvanê Tîma Destwerdana Lezgîn Ziyad El Xelef wiha got: "Em seat ji 1′ê piştî nîvro heta 8′ê êvarê li ber keviyên çemê Firatê ne, da ku destwerdanê bikin û xelkê ji noqbûyînê rizgar bikin."

El Xelef wiha domand: "Piranî rewşên noqbûyînê ciwan û zarokên kêm 18 saliyê ne. divê xelkê û ciwan hişyar bin û di kûrahiya çemê de avejeniyê nekin."

Li gorî serjimariya Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê wê ji destpêka avakirina navendê ve 6 rewşên noqbûyînê rizgar kirin û 4 erebe ji çemê kişandin.

(fr)

ANHA