Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin

Bi dirûşma "Bi birêxistinbûn û vîna jinan em civakeke azad û demokratîk ava bikin" Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin.

Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin
6 tîrmeh, 2023   10:43
REQA

Li Hola Mişwar a Reqayê, Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir. Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG′ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Xod El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em vê kongreyê li ramyar û Rêber Abdullah Ocalan, li şehîdan, li jinên li dijî zîhniyeta baviksalariyê li Îran, Efganistan, Iraq û Tirkiyeyê li ber xwe didin, pîroz dikin."

Xod El Îsa wiha domand: "Em di pêkanîn û pêşxistina pransîbên bingehîn ên ji jinên azad re pêşeng bûn û hîna pêşeng in."

Xod bal kişand ser xebatên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên 2 salên borî û wiha pê de çû: "Di 2 salan de Kombûna Jinan a Zenûbiya kapasîteya xwe di aliyên rêvebirî, rêxistinî û zindîkirina jiyana jinan de zêde kir."

Xod diyar kir ku kombûnê gavên nû di xweavakirinê û birêxistinbûna jinan de pêk anîn û wiha lê zêde kir: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku xwe bigihînin hemû jinan û mêran ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin."

Kongre bi axaftin û sînevîzyona li ser xebatên 2 salan ên kombûnê, xwendina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê birêxistinbûna jinan û nîqaşkirina rêziknameyê de dewam dike.

Kongreya Darmezirîner a 1′emîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê di 1′ê Hezîrana 2021′ê de hate lidarixistin û jê 4 nivîsgeh li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hatin avakirin.

(fr)

 ANHA