Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin

Şêniyên bajarê Hesekê û gundên derdorê cenazeyên her du şehîdan Mihemed El Ziwêb û Mustefa Hisên li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê oxir kirin.

Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mihemed û Mustefa oxir kirin
4 tîrmeh, 2023   18:02
HESEKÊ

Di merasîma oxirkirinê de bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û gundên derdorê beşdar bûn. Şehîd Mihemed Hîlal El Ziwêb şervanê Hêzên Erka Xweparastinê di 26'ê Hezîrana borî de li bajarê Hesekê û şehîd Mustefa El Seyêd Hisên (Kawa) şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  di 25'ê Hezîrana borî de li navçeya Eyn Îsayê di dema pêkanîna erkên xwe de şehîd bûbûn.

Di serî de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Fatme Elî sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kir.

Her wiha, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Karwan Girê Spî axivî û got: "Em îro li vir li vê devera pîroz, şehadeta 2 şervanên giranbiha radigihînin. Divê em hertim şehîdên xwe bi bîr bînin ji ber ku wan ji bo ku em bijîn, xwe feda kir."

Karwan Girê Spî soza domandina parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker nû kir.

Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan di tilîliyên dayikan de û berzkirina siloganên "Şehîd Namirin" li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê hatin oxirkirin.

(mh/şx)

ANHA