Balafireke Rûsyayê kete xwarê

Nivîsgeha çapemeniyê ya Fîloya Pasîfîk a Rûsyayê ragihand ku balafireke şer a MIG-31 dema ku rêwîtiyeke perwerdehiyê ya plankirî li ser kendava Avachinsky ya Kamçatkayê pêk dianî, ket xwarê.

Balafireke Rûsyayê kete xwarê
4 tîrmeh, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nivîsgehê de wiha hat diyarkirin: “4`ê Tîrmehê li herêma Kamçatkayê balafireke şer a MIG-31 dema ku li ser kendava Avachinsky rêwîtiyeke perwerdeyê ya plankirî pêk dianî, kete xwarê. Balafir bê çek bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tîmên rizgarkirinê yên Fîloya Pasîfîkê ya Rûsyayê ji bo lêgerîna ekîba balafirê, sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

(şx)