Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek

Mihemed Ehmed li Şêxmeqsûdê di dikana xwe de alavên kevn nû dike û gelek entîkeyan berhev dike. Bi vî karî hem mîrasa pêşiyên xwe diparêze, hem jî debara xwe dike.

Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
Li Şêxmeqsûdê entîkefiroşek
29 hezîran, 2023   07:23
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Apê Mihemed Ehmed ku hewesa wî ya komkirina tiştên kevn heye, ji bo parastina mîrasa pêşiyên xwe tiştên kevnare nû dike. Ew tiştên ku pir kêm li mal û sûkan peyda dibin, li dikana xwe ya biçûk a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê difiroşe.

Apê Mihemed ji gundê Çolaqa yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Ev 43 sal e bi karê nûkirin û biriqandina tiştên kevn mijûl dibe.

Apê Mihemed ji bavê xwe fêrî vê pîşeyê bûye û êdî bûye pisporê wê. Beriya Efrîn were dagirkirin, dikaneke wî li Efrînê hebû û li wir karê xwe dikir. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û koçberî Helebê bû, careke din dikana xwe li Helebê vekir.

Apê Mihemed zava û kurê xwe bi xwe re dibe dikanê û vî karî fêrî wan jî dike da ku wekî mîraseke malbata wan bimîne û bi demê re winda nebe.

NÛKIRINA ALAVÊN KEVN

Apê Mihemed li sûkan digere, alavên kevn dikire, heke xirabe bin temîr dike, dibiriqîne û difiroşe.

Apê Mihemed der barê pîşeya xwe de dibêje: “Hin kesên ku wek min tiştên kevn bala wan dikişînin, dixwazin alavên xwe yên kevn ên xirabe sererast bikin, ez ji wan re sererast dikim. Heke min tiştekî kevn li sûkan dît, ez dikirim û ji bo firotinê li dikana xwe bi cih dikim.”

BANDORA DORPÊÇÊ

Dorpêça ku hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bandor li pîşeya Apê Mihemed jî kiriye û buhayê alavên ku ji sûkê dikire, du qat zêde bûye.

Her wiha ji bo xebitandina hin alavên sererastkirinê kehrebe gelekî pêwîst dike. Lê belê Apê Mihemed tenê dikare heqê 6 amper kehrebeyê bide. Ew bi saetan li benda kehrebeya hikumetê dimîne da ku karê xwe bike. Ev yek karê wî dereng dixe.

Apê Mihemed dijbêje: “Bi dorpêçê re hemû derî li me hatin girtin. Bihabûnê bandoreke xirab li karê me kir.”

Apê Mihemed banga parastina alavên kevn dike û dibêje: “Divê em zû dev ji tiştên xwe yên kevn bernedin. Li şûna em diavêjin, divê em sererast bikin.”

(c)

ANHA