​​​​​​​Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan careke din serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kir.

​​​​​​​Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan careke din serlêdan kir
22 hezîran, 2023   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo karibin muwekîlên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan wergirin.