​​​​​​​5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Wesayîteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li nêzî bajarokê Eyaş ê girêdayî Dêrazorê hat hedefgirtin. Di encamê de 5 leşker hatin kuştin, efserek jî birîndar bû.

​​​​​​​5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
19 hezîran, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, li ser rêyeke şaxî ya li gundewarên Dêrazorê mayinek bi wesayîteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya û di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, efserek jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku êriş li nêzî bajarokê Eyaş (15 km li bakurê rojavayê bajarê Dêrazorê) pêk hatiye.

(c)