Hevserokê berê yê HDP′ê Hidir Çîçek hat destgîrkirin

Di encama operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê berê yê HDP'ê yê Bajarê Dêrsimê Hidir Çîçek hat destgîrkirin.

Hevserokê berê yê HDP′ê Hidir Çîçek hat destgîrkirin
16 hezîran, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan di saetên sibehê de avêtin ser mala Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bajarê Dêrsimê Hidir Çîçek a li Taxa Sîhenkê. Çîçek piştî lêgerîna li malê hate destgîrkirin.

Hidir Çîçek birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.