​​​​​​​′Çiyayên Kurdistanê palpişta me ne, gerîla hêza me ye′

Xelkê Kobanê diyar kir ku di şerê hebûnê yê li dijî dewleta Tirk a dagirker de ew piştgiriyê didin gerîlayên azadiyê û got: "Gerîla ku bi canê xwe Kobanê rizgar kir. Em deyndarên gerîla ne."

​​​​​​​′Çiyayên Kurdistanê palpişta me ne, gerîla hêza me ye′
15 hezîran, 2023   06:44
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Li hember van êrişan gerîlayên azadiyê berxwedaneke bêhempa raber dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Li ser vê mijarê welatiyên Kobanê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

′ÇIYAYÊN KURDISTANÊ PALPIŞTA ME NE′

Welatiyê bi navê Fethî Elî bang li gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku neyên lîstokên berpirsên tirk û got: "Dewleta Tirk hewl dide carekê bi rêya hilbijartinan û careke din jî bi rêya şerê li dijî çiyayên Kurdistanê me bixapînin. Gerîla li dijî planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker tê dikoşin."

Elî anî ziman ku divê xelkê Bakurê Kurdistanê xwe bispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da ku ji rejîma destpot rizgar bibin û wiha dom da axaftina xwe: ''Divê her ferdek piştgiriyê bide gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û nakokiyên xwe yên takakesî bidin aliyekî. Çiyayên Kurdistanê palpişta me ne. Gerîlayên bi canê xwe Kobanê parast,  em deyndarên gerîla ne, divê em vê deynî bidin."

′MORALÊ ME BILIND E′

Welatiya bi navê Emîne Yasîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker biryara qirkirina Kurdan daye û wiha domand: "Lê şaştiyê dike, ji ber ku moralê me bilind e û gerîla şerê lehengane li hember artêşa Tirk a dagirker dimeşîne. Ji lew re serkeftin para me ye."

Emîne bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên bi çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê pirsî.

′ LI HEMBER SÛCÊN LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN LI KU NE?′

Welatiya bi navê Necme Kinco berxwedana gerîla silav kir û got: "Gerîla rêya me ronî kirin, gerîla palpişt û hêza me ne, em li ser şopa wan in."

Xelîl Ehmed jî peyameke spasiyê da gerîlayan û got: "Gerîla her ferdek li erdnîgariya Kurdistanê fêrî fedaîtiyê kiriye ku mîna wê di dîroka mirovahiyê de çênebûye. Gerîla bi şehadet û xwîna xwe her çar parçeyên Kurdistanê digihîne hev."

Ehmed pirsî, li hember sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê dike û çekên kîmyewî ku bi kar tîne, parêzvanên mafên mirovan li ku derê ne?

(fr)

ANHA