Di êrişa Til Rifetê de 5 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li djiî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê de, 5 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Di êrişa Til Rifetê de 5 leşkerên Şamê hatin kuştin
14 hezîran, 2023   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ji duh berêvarkî ve li dijî herêma Şehbayê dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker îro danê sibehê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ya li derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê bombebaran kiribû. Li gorî agahiyên destpêkê yên hatibûn parvekirin, di êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bibûn.

Lê li gorî agahiyên ên ji herêmê hatine wergirtin, di wê êrişê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Hemwextî êrişên li ser herêmê, li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên şer heye.

(c)

ANHA