​​​​​​​Êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê bû rojeva medyaya Erebî

Rewşa Sûriyeyê, rageşiya li Sûdanê û krîza Lubnanê bûn rojeva rojnameyên Erebî yên îro.

​​​​​​​Êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê bû rojeva medyaya Erebî
14 hezîran, 2023   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsand: "Di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî nuqteyên li nêzî Şamê de leşkerî sûriyeyî bi giranî birîndar bû.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA’yê agahiyên xwe spartin çavkaniyeke leşkerî û da zanîn Îsraîla dijmin ji Colana Sûriyeyê ya dagirkirî ve hin nuqteyên li başûrê rojavayê Şamê kirin hedef.

Di encamê de leşkerek bi giranî birîndar bû û zirarên madî çêbûn."

‘EL BURHAN NAVBEYNKARIYA AFRÎKAYÊ ÎTÎRAZ KIR′

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûdanê de wiha nivîsand: "Wezareta Karên Derve ya Sûdanê duh ragihand ku şandeya wê ya beşdarî lûtkeya Heyeta Hikumetê ya Geşepêdanê ya Rojhilatê Afrîkayê (IGAD) îtîrazî bendên reşnivîsa encamnameyê kir. Ji ber ku nehat nîqaşkirin û lihevkirin çênebû.

Di îtîrazê de redkirina serokê Meclisa Serweriyê Ebdulfetah El Burhan heye ku derfeteke rast bide însiyatîfê û hewl bide wê zû tune bike. Bi wê re dê piştre nermbûneke mezin di pêşniyarên navbeynkariya Siûdî û Amerîkayê de hebe.

Ev îtîraza Sûdanê piştî ku IGAD di lûtkeya Cîbotiyê ya duşemê de însiyatîfek hate ragihandin, pêk hat. Li gorî wê însiyatîfê, hevdîtineke yekser di navbera El Burhan û Mihemed Hemdan Deqlo de li dar bikeve.

Berpirsekî sûdanî ku nexwest navê xwe aşkera bike, da zanîn ku li gel rewşên heyî El Burhan bi Deqlo re nacive."

′LUBNAN: TÊ PAYÎN DI RÛNIŞTINA 12′AN DE SEROK BÊ HILBIJARTIN′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Lubnanê wiha nivîsî: "Ji bo rûniştina 12′an a îro ya hilbijartina serokê Lubnanê gelek senaryo hatin pêşniyarkirin. Îhtîmal e di çend saetên bê de li ser paşxaneya têkiliyên serokê parlamentoyê Nebîh Berî û patriyarkê Maronî Beşar El Raî de lihevkirinek çêbe.

Di nava kelecaneke nedîtî de ya ji destpêka hilbijartinên serokatiyê ya li gorî xwezaya girêk û hesabên tund de, hîna dîmena siyasî di navbera du namzetan de geş e; namzetê Tevgera Emel–Hizbullahê û hêzên hevalbendên wê Silêman Firenciye û namzetê hêzên muxalif Cîhad Ezûr de."

(fr)