Li dijî nuqteyeke din a leşkerên Şamê êrişa hewayî

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyek din a hêzên hikumeta Şamê ya li navçeya Şerayê bombebaran kir.

Li dijî nuqteyeke din a leşkerên Şamê êrişa hewayî
13 hezîran, 2023   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke keşfê ya bi çek nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bombebaran kir.

Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Beriya derdora saetekê jî nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê yên li derdora navçeya Til Rifetê Şehbayê û gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kiribû hedef. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû û 2 tank hatin rûxandin.

(bb)

ANHA