Xelkê Mexmûrê 16 roj in li ber xwe dide

Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a dijî têlkirin û dorpêçkirinê, 16 roj in bênavber berdewam dike.

Xelkê Mexmûrê 16 roj in li ber xwe dide
4 hezîran, 2023   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike.

Ev 16 roj in penaberên Mexmûrê li dijî vê ferzkirinê li ber xwe didin.

Xelkê wargehê bi şev û roj nobedê digirin. Leşkerên Iraqê hê jî bi israr in ku wargehê bi têlan dorpêç bikin.

(c)