Polîsên Tirk li Geverê bi dehan ciwan destgîr kirin

Li Geverê di operasyona qirkirina siyasî de polîsên dewleta Tirk a dagirker gelek ciwan destgîr kirin û îşkence lê kir.

Polîsên Tirk li Geverê bi dehan ciwan destgîr kirin
29 gulan, 2023   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de bi dehan ciwan hatin destgîrkirin. Polîsên Tirk di dema serdegirtinê de cam û deriyên malan şikandin û bi qundaxên çekan, pehîn û kulman îşkence li mirovan kir. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Yuksekovayê.

Ji kesên hatin destgîrkirin ên navên wan hatin hînbûn bi vî rengî ne: Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal, Mûstafa Bor.