​​​​​​​Kurdan deng nedan Erdogan

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê de rêjeyên herî kêm ên dengên Erdogan li bajarên Bakurê Kurdistanê bûn.

​​​​​​​Kurdan deng nedan Erdogan
29 gulan, 2023   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê dewleta Tirk ê ji partiya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên tûra duyemîn a serokkomariyê ya 28’ê Gulanê de careke din li Kurdistanê dengan winda kir û namzetê serokkomariyê yê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglû deng zêdetir wergirtin.

Li Şirnex û Colemêrgê yên li ser sînorê herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ku konsepta şer a sala 2015’an de xistibû meriyetê, winda kir. Di dengên Erdogan de zêdebûn çênebûn, Kiliçdaroglû li Şirnexê sedî 76, li Colemêrgê jî sedî 72 deng wergirtin.

Li Amedê ku bûye navenda polîtîkayên zexta desthilata AKP’ê; Erdogan ji sedî 23 deng wergirtin, Kiliçdaroglû jî sedî 71 wergirt.

Li Mêrdînê jî sedî 34 dengên ku Erdogan di hilbijartinên 2018’an de wergirtibû, neguherî. Li Êlihê rêjeya dengên Erdogan di sedî 32 de man. Kiliçdaroglû jî li Mêrdînê sedî 65, li Êlîhê sedî 67 deng wergirt.

Li Dêrsimê ku konsepta şer a AKP û polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê hene, Erdogan di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 18 deng wergirtîbû, di hilbijartinên 28’ê Gulanê de sedî 17 deng wergirt.

Kiliçdaroglu li Erdexanê ji sedî 57, li Qersê ji sedî 56, Îdirê ji sedî 66, Agirî ji sedî 65, Mûş ji sedî 58, Wan ji sedî 61, Bedlîs ji sedî 50 û li Sêrtê ji sedî 55 wergirt.