Artêşa Iraqê vê carê jî dixwaze avê li ser xelkê Mexmûrê qut bike

Artêşa Iraqê hewl dide bîra avê ya Mexmûrê desteser bike û avê li ser xelkê wargehê qut bike. Berxwedana mexmûriyan a li hemberî artêşê bi biryardarî didome.

Artêşa Iraqê vê carê jî dixwaze avê li ser xelkê Mexmûrê qut bike
29 gulan, 2023   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û quleyan lê deyne. Berxwedana penaberên Mexmûrê ya li hemberî vê hewldanê dewam dike.

Leşkerên Iraqê hewl da dora bîra avê ya wargehê bigirin û desteser bikin, da ku avê li ser xelkê wargehê qut bikin. Careke din şêniyên wargehê li ber vê rawestiyan û nehiştin av were qutkirin.