Sersaxî ji malbata şehîd Canşêr Adar re hat xwestin

Welatiyên herêma Firatê sersaxî da malbata şehîd Canşêr Adar. Şêniyan got ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî berxwedan û têkoşînê dewam bikin.

Sersaxî ji malbata şehîd Canşêr Adar re hat xwestin
27 gulan, 2023   11:37
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên Kobanê, Sirîn û Eyn Îsayê yên herêma Firatê berê xwe da konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG'ê Basil Ehmed (Canşêr Adar) ê di 5′ê Gulana 2023′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Kon li gundê Xirab Eşk ê navçeya Çelebiyê ya başûrê Kobanê hate vegirtin.

Di bin kon de hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Salih Nûh sersaxî da malbata şehîd Canşêr û got: "Ger gel bi hezaran şehîd li dijî zulm û rizgarkirina xakê da, dê têkoşîn û berxwedan dewam bike."

Hevserokê Melcisa PYD′ê ya Girê Spî Sebrî Nebo jî got: "Ciwanên me di çarçoveya mafên parastina rewa yên li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û parçeyên din ên Kurdistanê de erkên xwe yên pîroz bi cih tînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA