​​​​​​​Di Gulanê de li herêmên hikumeta Şamê 16 kes hatin kuştin

SOHR′ê da zanîn ku li herêmên hikumeta Şamê ji destpêka meha Gulanê ve 16 kes hatine kuştin.

​​​​​​​Di Gulanê de li herêmên hikumeta Şamê 16 kes hatin kuştin
25 gulan, 2023   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber şer û tevî wê jî xizantî, bêkarî, tundiya malbatê û nakokiya li ser mîras û pereyan, li herêmên hikumeta Şamê sûc zêde dibin.

Têkildarî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka Gulanê ve li herêmên cuda yên di bin kontrola hikumeta Şamê de 14 sûcên qetilkirinê çêbûn û bi piranî li bajarên Dera, Laziqiyê, Siwêda û Humisê bûn.

Di encama wan sûcan de 16 kes hatine qetilkirin ku 2 jê zarok in, 3 jin in û 11 jî mêr in.

Ji destpêka îsal ve li herêmên hikumeta Şamê 100 kes hatin kuştin; 12 zarok, 23 jin û 65 ciwan û mêr. Piraniyan wan sûcan li Şamê, Laziqiyê, Siwêda û Derayê pêk hatin.

Pispor û derûnnas diyar dikin ku ji ber krîza Sûriyeyê kuştin û sûc zêde dibin. Ji ber ku di encama krîz û şerê heyî de bandoreke mezin li ser aborî, derûnî, civak û malbatan çêbû.

Ruxmî derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser krîza Sûriyeyê re, lê hikumeta Şamê tu tedbîrên rizgarkirina welat ji bandorên krîzên negirtin, berovajî wê krîz di aliyên siyasî, civakî û aborî de kûrtir kir.

(fr)