​​​​​​​Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em dengê xwe ji bo guhertinê bidin

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkamariyê yên li Tirkiyeyê bang kir û got "Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe ji bo guhertinê bidin. Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu."

​​​​​​​Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em dengê xwe ji bo guhertinê bidin
24 gulan, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê ku dê 28'ê Gulanê pêk bê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di hilbijartinê de rîsk û firsendên mezin hene û hate gotin: "Li ser gelê me polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û tundiyê bi giranî dewam dike. Ji ber fobiya Kurd, polîtîkayên parastina statukoya heyî tê nûkirin. Pêşniyareke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya mayinde ya meseleya Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nemaye. Di tûra destpêkê ya hilbijartinê de mîna her carê hilbijartineke newekhev bû. Em ketin pêvajoya hilbijartineke welê ku derfetên dewletê hemû ji bo kampanya hilbijartinê ya bloka desthilatdariyê hatin bikaranîn. Li gel manîpulasyon û rêbazên li derveyî hiqûqê jî di 14'ê Gulanê de Tifaqa Cûmhûr piştgiriya gel winda kir, serokkomarê heyî di tûra destpêkê de nehate hilbijartin. Di nava vê tabloyê de tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê wê di 28'ê Gulanê de bê kirin."

'DIJMINATIYA LI KURDAN JI XWE RE KIRIN ESAS'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku namzet û pêkhateyên Tifaqa Cûmhûr di tûra destpêkê ya hilbijartinê de dijminatiya li Kurdan ji xwe re kirin kampanya esasî ya hilbijartinê û hewl da ku civakê û siyasetê parçe bike.

Tifaqê diyar kir ku heman polîtîka di tûra duyemîn de jî dewam dike û got: "Em vê siyaseta nefret û cihêkariyê ya li ser gelê me tê meşandin şermezar dikin. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku vê rêbaza siyasetê qebûl nakin.

Em dixwazin rastiyekê careke din bînin ziman: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin rejîmeke demokratîk û jiyaneke civakî ya normal ne pêkane. Şertê destpêkê yê demokratîkbûna Enqereyê, azadbûna Amedê ye. Ya ku vê pêk bîne jî siyaseta demokratîk û aştiyane ye. Lewma li gel zext û zordariyê jî em ê feraseta têkoşîna demokratîk biparêzin, berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Mafê gelê me ye ku bi rengekî aştiyane, wekhev, azad û aram bijî. Em ji bo vê hewl didin. Yek ji gavên herî girîng ên pêkanîna vê yekê jî bidawîkirina sîstema sosret a hikumeta serokkomariyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Wek Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd em ji hêza siyaseta demokratîk bawer dikin, di daxwaza xwe de ya ji bo jiyaneke azad û demokratîk israr dikin. Ji bo zemîneke siyasî ya bidestxistina mafên gelê Kurd, ji bo afirandina atmosfereke nîqaşê ya bi rengekî azad a li ser hemû pirsgirêkan, ji bo asayîbûna pêvajoya siyasî em radigihînin ku em ê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû. Hilbijartinên Serokkomarê ezmûneke dîrokî ye ku dikare bi rêya vê yekê dawî li rejîma şexsekî ya zordar bê anîn. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê ezmûna dîrokî de dengê xwe bide demokrasî û guhertinê."

Di Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Kurd a Demokrat Şoreşger (DDKD) û Partiya Azadî cih digirin.