Tirkiye êrişên siyasî didomîne: Li 5 bajaran 19 kes hatin binçavkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li 5 bajaran ku navenda wê Enqereyê bi hinceta pîrozbahiya Newrozê hat destpêkirin de 19 kes hatin destgîrkirin.

Tirkiye êrişên siyasî didomîne: Li 5 bajaran 19 kes hatin binçavkirin
22 gulan, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan bi hinceta lêpirsîna der barê kesên ku li Enqereyê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne de bi ser gelek malan de girtin. Hat hînbûn ku di serdegirtinên malan ên li 5 bajarên ku navenda wê Enqereye de 19 kes hatin destgîrkirin.

Hate hînbûn ku di nav kesên hatine destgîrkirin de endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak û Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahît Gumuş, Mert Ûstûndag, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç û Kadîr Aytaç hene.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.