Zelensky jî beşdarî lûtkeya Ereban dibe

Hate ragihandin ku dê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî beşdarî lûtkeya Ereban a li Erebistana Siûdî bibe.

Zelensky jî beşdarî lûtkeya Ereban dibe
19 gulan, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

2 dîplomatên Ereb ji tora CNN`ê re got ku dê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî beşdarî lûtkeya Komkara Erebî ya li bajarê Ceda yê Siûdiyê bibe.

Ev yek di demekê de pêk tê ku şerê Rûsya-Ukraynayê zêdetirî salek e dewam dike. Di heman demê de tê çaverêkirin ku hêzên Ukraynayê êrişekê bibin ser hêzên Rûsyayê ku li gorî Zelensky amadekariyên operasyona dijber tên kirin.

Medyaya Cezaîrê jî ragihand ku Cezaîr ji vexwendina Zelensky ji aliyê mîrê Siûdiyê Mihemed Bîn Selman ve nerehet bûye û ji lew re serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebûn tev li lûtkeyê nabe.

Çavkaniyên dîplomatîk ji Riyadê ji ajanseke almanî re eşkere kiribû ku Selman Bîn Ebdulezîz, serokê Ukraynayê vexwendiye lûtkeya Ereban.

Çav li lûtkeya Ereban a 32`yemîn in ku ji 2011`an vir ve dê Beşar Esed cara yekemîn tev lê bibe.

(c)