QSD: Li rojhilatê Hesekê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 1`ê Gulanê de operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ`ê li rojhilatê Hesekê li dar xistiye. Di encamê de 2 çete hatine girtin.

QSD: Li rojhilatê Hesekê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin
2 gulan, 2023   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Hêzên me yên taybet bi desteka hewayî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Holê li nêzî kampa Holê ya rojhilat Hesekê operasyonek li dar xist.

Di encamê de endamekî şaneya DAIŞ`ê hate girtin ku çek derbasî kampa Hol dike ji bo ku bigihînin şaneyên din ên ku berpirsên kuştinê bûn. Her wiha di revandina endamên şaneyan de ji kampê çalak e.

Her wiha hêzên me di operasyonê de gumanbarekî din girt ku bi endamê şaneyê re dixebite û amûerên tekenolojî yên pê re hatin desteserkirin ku di lêgerîna mala lê diman de hatine dîtin.

Hêzên me bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne ji bo ku ewlehiyê û aramiyê li herêmê bisepîne.”

(şx)