Mala xwe kir şitilgeh

Musena Mirî di saetên serê sibehê de şitilên ku di hewşa mala xwe de çandine, li ser rêya gund difroşe û malbata xwe pê xwedî dike.

Mala xwe kir şitilgeh
Mala xwe kir şitilgeh
Mala xwe kir şitilgeh
Mala xwe kir şitilgeh
1 gulan, 2023   06:23
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Welatiyê bi navê Musena Mirî (33) beriya 13 salan dest bi karê çandiniyê kir. Musena Mirî destpêkê hin cure sebeze li pêşiya mala xwe ya li gundê Um El Fursan ê rojavayê bajarê Qamişloyê diçandin da ku malbata xwe ya ku ji hevjîna xwe, 2 keç û kurekî pêk tê, xwedî bike. Bi demê re hewşa mala xwe ya biçûk kir şitilgehek ku bacan, xiyar, bacênên reş, îsot, zebeş û firêz lê diçîne

Mirî li ser destpêka kar xwe yê di çandiniyê de û bandorê çandiniyê li ser jiyana got: "Min dest bi çandiniyê kir da ku malbata xwe pê xwedî bikin. Paşê min baxçevanî karek ji bo rihetbûnê dît."

ʹNE JI BO QEZENCKIRINA PEREYAN ÇANDINIYÊ DIKIMʹ

Têkildarî buhayê şitilan Musena Mirî wiha got: "Ez şitilan difroşim da ku malbata xwe xwedî bikim, lê min buhayek jê re diyar nekiriye. Ez li gorî hêza diravî ya muşteriya şitlan difroşim, heke pere bi wan re tune be, ez bê pere didim. Ez ne ji bo qezenckirina pereyan karê çandiniyê dikim, lê wekî pîşeyekî û hewsekê ji bo xwe dibînim."

Mirî diyar kir ku destpêka meha Sibatê tovan diçînin û di Nîsanê de dibin şitil û difroşin.

Mirî bi rêbazên kevn çandiniyê dike ku di hin sendoqên fîlînî de diçîne û li gorî pêwîstiyan semadê direşînin û av dide.

Mirî girêdana xwe ya bi çandiniyê ve  wekî girêdana bavekî bi zarokên xwe ve wesif kir û wiha domand: "Xwezaya vî karî hewcedarî şopandina û elaqeyeke mezin e. Şitil mîna zarokekî ye ku ji destpêkê ve pêwîstî bi çavdêriya wê heye û heke nexweş bikeve dê telef bibe."

Musena Mirî şitilan li ser rêya gund kom dike û difroşe, têkildarî zehmetiyên ku di vî karî de dikişîne got: " Zehmetî; çandina şitlan di qada biçûk de û  bandorên hewayî ne. Dikana min tune ku şitilan lê bifroşim, ji ber vê yekê li ser rê kom dikim, dema baran tê jî nikarim wan li ser rê kom bikim û bifroşim."

Mirî bal kişand ser girîngiya rêgeza xwetêrkirinê ji bo gelên herêmê li gel aloziya aborî ya li welat û diyar kir ku ax ji bo çandina gelek cureyên sebzeyan guncaw e û wiha domand: "Em ji keda xwe bixwin baştir e ku ji derve bînin."

Musena Mirî bang li şêniyên ku hewş di malên wan de hene kir ku sûdê jê bigirin û biçînin. Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku bi rêya pêşkêşkirina tov û semadê destekê bidin projeyên biçûk ên çandiniyê.

(bb)

ANHA