​​​​​​​Li kampa Holê jinek hat kêrkirin

Li kampa Holê, kesên nenas bi kêrê li jineke sûriyayî da.

​​​​​​​Li kampa Holê jinek hat kêrkirin
22 nîsan, 2023   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji kampa Holê hatine wergirtin, îro saet di 13:00ʹan de hejmarek kes ku rûyê xwe veşartibûn, li beşê 6ʹan ê kampê bi kêrê li jineke sûriyayî  da.

Li gorî agahiyan, navê jina ku hatî kêrkirin Dûa Îsmaîl e, temanê wê 27 salî ye û ji bajarê Helebê ye. Çavkaniyan diyar kir ku bi kêrê 5 derbe li Dûa xistin.

Dûda Îsamîl rakirina nexweşxaneyên bajarê Hesekê. Tê gotin ku rewşa wê nebaş e.

Kampa Holê ya dikeve rojhilatê bajarê Hesekê kampa herî xeternak li cîhanê ye. Di kampê de bi hezaran jin û zarokên DAIŞʹê hene. Li kampê êriş û sûcên qetilkirin ji aliyê jinên DAIŞʹî ve têne kirin. Her wiha penaberên Iraqê û koçberên ji deverên cûda yên Sûriyeyê li kampê dijîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSDʹê 2 qonaxên operasyona mirovî û ewlehiyê li kampê li dar xistin.

(bb)

ANHA