​​​​​​​Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya

Li navçeya Ebexê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.0 erd hejiya.

​​​​​​​Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
17 nîsan, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî saziya AFAD’ê ya Tirkiyeyê, di saet 07:07’an de li navçeya Ebex a Wanê, di kurahiya 7 kîlometre de erdehejek bi pileya 4.0 çêbû. Her wiha hate ragihandin ku erdhej ji herêmên derdor jî hate hîskirin.

Her wiha Resetxaneya Kandîliyê jî diyar kir ku li navçeya Ebex a Wanê heman saetê di kurahiya 4 kîlometre de erdhejek bi pileya 4.0 çêbû.

(bb)