Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Raperîn Botan

Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Raperîn Botan û gotin ew dê heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.

Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Raperîn Botan
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Raperîn Botan
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Raperîn Botan
Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Raperîn Botan
12 nîsan, 2023   13:51
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Dicle Omer (Raperîn Botan) bûn ku li gundê Siwêdiyê yê li herêma Koçeran hatiye lidarxistin. Şehîd Raperîn Botan di 29′ê Adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Koçerat Şîrîn Ehmed axivî û wiha got: "Şehîdan di oxira serkeftina şoreşê, afirandina edaletê û azadiya tevahî gelan de canê xwe da."

′GEL BI FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE Û HEWL DIDE AZADIYA PÊK BÎNE′

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dûrxistina fikrên wî ji gelan ve hewl dide ku vîna gelê Kurd bişikîne û qir bike. Lê gel bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û hewl dide ku azadiya xwe pêk bîne."

Koçer wiha domand: "Gel li ser şopa berxwedana şehîd Raperîn Botan û hevrêyên wê dimeşin û ji bo parastina gel bûne mertal."

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd Raperîn Botan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr/şx)

ANHA