​​​​​​​Desthilata Tirk dest danîn ser wêneya Jîna Emînî ku rojnamevaneke girtî xêz kir

Rojnameger Neşe Toprak a ku di girtîgehê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê name û wêneya Jîna Emînî ya ku li ser lacikê xêz kiribû û xwest bişîne ajansa Jinnewsʹê. Lê rêveberiya girtîgehê destdanî ser name û lacik.

​​​​​​​Desthilata Tirk dest danîn ser wêneya Jîna Emînî ku rojnamevaneke girtî xêz kir
6 nîsan, 2023   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin. Rojnameger Neşe Toprak a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wêneya Jîna Emînî li ser lacikê xêz kiribû û xwestibû bişîne ajansa Jinnews. Lê rêveberiya girtîgehê dest danî ser lacika ku wêneya Jîna Emînê li ser heyî.

Rojnameger Neşe der barê mijarê de serî li Dadgeha Înfazê ya Amedê da û serlêdana wê hat redkirin. Dadgeh wiha bersiv Neşeyê da: "Di nava nameyê de lacikek spî a ku wêneyeke jinek li ser heyî ji hêla komîsyona me ve hat dîtin. Di encama lêkolîna me de hat dîtin ku bi armanca rêxistinbûnê û ji bo amûra ragihandinê, em wek xeter dibînin. Ji ber vê jî em serlêdana wê red dikin. "

Neşe, piştre daxwaznameyak şand Dadgeriya Înfazê ya Amedê û daxwaz kir ku name û lacikê îade bikin. Di daxwaznameya Neşeyê de ev tişt cih girt: "Ez wênesaz im. Min çawa li derve karê xwe dikir, niha li girtîgehê heman karî dikim. Wêneya ku min xêz kir û nameya ku min nivîsî divê nebe hinceta cezayê dîsîplînê. Di name û wêneyê de şîdet, sûcdarî û heqaret tuneye. Wek girtiyek, bi fikreke azad min wêne xêz kir û ne hewceye ku biryara cezayê dîsîplînê bê dayîn. Ez daxwaz dikim ku bila ev biryara dîsîplînê bê rakirin û name û wêneya ku min xêzkirî îadeyê min bikin."