​​​​​​​Êrişên dijî qadên gerîla berdewam dikin

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 48 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

​​​​​​​Êrişên dijî qadên gerîla berdewam dikin
16 adar, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

Li herêma Zapê;

15'ê Adarê saet di 22:00 de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrîşê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

15'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Kurojahro, Çemço û Sîdayê 47 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."