Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koma ILRIG′ê re civiya

Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku serdana Afrîkaya Başûrê kiribû, bi koma ILRIG re civiya û şoreşa li Afrîkaya Başûr, ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrubeyên Rêveberiya Xweser nîqaş kirin.

Şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koma ILRIG′ê re civiya
3 adar, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Lêkolîn û Agahdariya Kedê ya Navneteweyî (ILRIG), rêxistina piştgiriya lêkolîn, perwerde, fêrkirinê ya Afrîkaya Başûr e.

Di şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Lubnanê Ebduselam Ehmed, berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş, berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî Ferzende Mûnzûr, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo hebûn.

Her wiha hevserokê Koma Xebata Kurdî ya Mafên Mirovan a li Afrîkaya Başûrê Mehmûd Batil û endama komê Fatme Seyîdat beşdarî hevdîtinê bûn.

Duh, rêveberiya saziyê bi nûnertiya Mthetu Khali û Shawn Hating şande pêşwaz kir. Hating li ser xebata saziyê axivî û wiha got: "ILRIG di 1983′yan de hate damezrandin. Ji wê demê ve li ser geşkirina tevgerên çîna karker, peydakirina lêkolîn, belavok û bernameyên perwerdehiyê dixebite, da ku tevgerên civakî, çalakvan û sazûmaniyên karkeran xwe îfade bikin."

Shawn Hating ‎wiha domand: "Xebata wan di saziyê de li ser girîngiya alîkariya sazûmaniyên çîna karker e ku rêbazên cihêreng û demokrat ên yekser werin dîtin ku xwe bi xwe rêxistin bikin, amîrên analîzkirinê ji bo piştgiriya çalakvanan li ser kûrkirin, geşkirina fikran, nirx, rêgez û xebatên pêşdeçûnê di navbera rêxistinên çîna karker de pêşkêş bikin.”

Hating ‎destnîşan kir ku xebata saziyê xwe dispêre beşdariya demokratîk û aktîfbûnê.

Hating îşaret bi beşdariya xwe di konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re...aştî û îstîqrar li cîhanê" kir û kêfxweşiya xwe ji tecrubeya Rêveberiya Xweser re anî ziman, bi taybet di aliyê kooperatîfan de û wiha anî ziman: "Em dixwazin sûdê ji tecrubeya kooperatîfan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirin."

Li aliyekî din jî Sema Begdaş bal kişand ser mekanîzmaya rêxistinî û komînan. Semayê behsa avakirina komînan û komîteyên wan, rola her komîteyekê di zanakirin, perwerdekirina civakê û sîstema hilbijartinê de kir.

Her wiha Ebduselam Ehmed jî li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet êrişên çeteyên DAIŞ′ê, komên çete, êrişên dewleta Tirk a dagirker, dorpêça dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, girtina deriyan û qedexeya li ser derbasbûna alîkariyên navneteweyî axivî.

Ferzende Mûnzûr jî li ser xwespartina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re di xwebirêxistinê de kir û wiha got: "Fikrên Rêber Ocalan têrê dikin ku şaştiyên ku şoreşa Afrîka Başûrê tê re derbas bûye, çareser bikin."

Mûnzûr da zanîn ku divê ILRIG roleke mezin di belavkirina fikrên Rêber Ocalan de di nava çînên karker ên li Afrîkaya Başûrê de bilîze, bi taybet ev sazî karekî di rêxistinên karkeran de ji hemû aliyan ve dilîze.

Rîhan Loqo jî li ser rêxistinkirina jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çawa xwe spartiye felsefeya Rêber Ocalan a ji bo gihandina civakeke azad û demoratîk bi rêya pêkanîna jiyana hevbeş, avakirina malbateke azad ku xwe bigihînin civakeke azad û demokratîk, axivî.

Rîhan behsa beşdarya aktîf a jinan di tevahî aliyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola wê ya siyasî, leşkerî, civakî û aborî de kir.

Di nîqaşan de Shawn Hating heyraniya xwe bi komînan anî ziman û xwest mekanîzmaya xebata wan were şîrovekirin ku ew sûdê ji vê yekê wergirin û li herêmên xwe pêk bînin.

Hating got ew ê hewl bidin vê sîstemê ji rêxistinên karkeran re yên li Afrîkaya Başûrê şîrove bikin û têkiliya xwe bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dewam bikin, da ku sûdê ji sîstema heyî wergirin û li Afrîkaya Başûrê bixin pratîkê.

(fr)