Rojnameyên erebî: DAIŞ xwe ji nû ve li ser kavilên erdhejê çalak dike

Rojnameyên erebî yên sibehê behsa vegera êrişên DAIŞ′ê yên li Sûriyeyê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: DAIŞ xwe ji nû ve li ser kavilên erdhejê çalak dike
3 adar, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

′DAIŞ SÛDÊ JI KARESATA ERDHEJÊ WERDIGIRE’

Rojnameya Itîhad El Îmaratî têkildarî rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsî: "Duh, dema welatiyan hewl dida bi erebeyê biçin kimê (dumbelan) li rojhilatê Sûriyeyê berhev bikin, teqînek bi erebeya wan de çêbû, di encamê de 8 sivîl mirin û nêzî 40 jî birîndar bûn. Her wiha rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst jî karesata erdheja wêranker derfet digire ku xwe ji nû ve li Sûriyeyê belav bike, nexasim li herêma çolistanê ku di çend rojên borî de rêzeêrişên terorîst pêk anîn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA′yê da zanîn ku dema welatiyan hewl dida kimê li herêma Kebacib a başûrê rojavayê Dêrazorê berhev bikin, bermahiyeke terorîstên DAIŞ′ê bi erebeya wan de teqiya, di encamê de 5 welatî mirin û zêdetirî 40 jî birîndar bûn.

Beriya 3 rojan, di encama teqîna 2 mayînên ji bermahiyên rêxistina DAIŞ′ê li Hemayê ya Sûriyeyê de 10 welatî mirin û 12 birîndar bûn. Her wiha dîsa SANA′yê got wan welatiyan kimê berhev dikir. DAIŞ′ê di 17′ê Sibatê de êrişek bir ser rojhilatê Humisê, di encamê 68 sivîl û leşkerên ku kimê berhev dikirin, kuştin. Beriya wê jî di 11′ê Sibatê de careke din rêxistina DAIŞ′ê êrişî herêma Tedmurê ya Humisê kir, di encamê 10 welatî û endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê sûriyeyî Şêrwan Yûsif da zanîn ku ji Sibatê ve anku dîroka erdheja wêranker a li herêmê çêbûye çalakiya zêde ya DAIŞ′ê li Dêrazorê û bejahiyên Humisê hate şopandin. Hin hewlên reva endamên rêxistinê ji hin girtîgehan hebû, ji wan 20 girtiyên di girtîgeha Raco ya bakurê rojavayê Sûriyeyê ne ku di wê girtîgehê de nêzî hezar û 300 DAIŞ′ê hene.

Şêrwan Yûsif da zanîn ku DAIŞ′ê ji dema 2019′an de stratejiya xwe guhartiye û xwe dispêre şerê çetetiyê bi rêya şaneyên xwe ku di dema borî de li gelek herêmên Sûriyeyê xwe zêde kirine. DAIŞ′ê, ruxmî hemleyên ewlehî yên fireh ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk anîne, 14 êrişên terorîst pêk anîn.

Di 7 mehên borî de rêxistina terorîst 34 êrişên terorane li başûrê Sûriyeyê girtin ser xwe.

Yûsif da zanîn ku hebûneke aktîf û kontrola DAIŞ′ê li hin herêmên rojhilatê Dêrazorê hene. DAIŞ′ê karesata erdhejê derfet girt ku careke din xwe li Sûriyeyê belav bike. Ev yek nîşan dide ku DAIŞ′ê hîna bi dawî nebûye."

′MECLISA DEWLETÊ YA LÎBYAYÊ GUHARTINÊN JI BO HILBIJARTINAN ERÊ KIRIN′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Meclisa Bilind a Dewletê ya Lîbyayê duh ragihand ku civîna awarte ya guhartina destûra 13′yan erê kiriye ku rê li pêş hilbijartinan vebe.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got rewabûna avakirina komîteya danîna qanûnên hilbijartinê, hatiye erêkirin da ku pişta xwe di rûniştina bê de bidinê. Meclisê da zanîn di rûniştinê de piranî endamên beşdar, erê kiriye.

Meclisa Bilind a Dewletê li ser dengdana guhartina destûra 13′yan ku parlamentoyê biryara wê daye, 4 caran bi bin ket. Ew yek ji ber nakokî û parçebûnên mezin di navbera endamên wê de bû."

(fr)