Hiqûqnasê ji Afrîkaya Başûr: Tiştê tê serê Kurdan ji sîstema cudakariya nîjadî xirabtir e

Hiqûqnas, nivîskar û dadgerê berê yê Dadgeha Destûrê Albie Sachs ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan bang kir.

Hiqûqnasê ji Afrîkaya Başûr: Tiştê tê serê Kurdan ji sîstema cudakariya nîjadî xirabtir e
2 adar, 2023   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ di 28`ê Adarê de li Hotela Fountains a li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr hatibû lidarxistin û 2 rojan dewam kir.

Endamên Kongreya Nîştimanî ya Afrîkayê (ANC), Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr (SACP), Kongreya Sendîkayên Karkeran a Afrîkaya Başûr(Cosatu), Yekitiya Nîştimanî ya Karkarên Tenduristî û Perwerdeyê, Sendîkayên Karkeran (NEHAWU) jî ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan, beşdarî konferansê bûbûn.

Konferans bi hevkariya komeke xebatê ya kurdî ya mafên mirovan (KHRAG) û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ve hatibû lidarxistin û Albie Sachs berdevkê konferansê bû.

Li gorî malpera “IOL News” ya Afrîkaya Başûr, Albie Sachs di 1968`an de ji bo beşdariya Kongreya Efûyê ya Navneteweyî ya Salane hatibû şandin, da ku der barê hesibandina Nelson Mandela wekî girtiyekî siyasî de, bandorê li nêrîna beşdarên kongreyê bike. Sachs li wir Kurdekî nas dike û haya wî ji pirsgirêka Kurd çêdibe.

Sachs got delegeyê Kurd jê re behsa komkujî û îşkenceya li dijî Kurdan kiriye û dibêje: “Pergaleke cudakariya nîjadî ya fermî li cem me hebû, lê çîroka wî ji ya me bi êştir bû. Min hîs kir ku nêzîkatiyên aliyên cîhanê di vê mijarê de ji hev cuda ne.”

Sachs wiha pê de çû: “Bê guman, min nedixwest cîhan xwedîderketina li têkoşîna me kêm bike. Lê min hîs kir ku di nêzîkatiya wan li hember hin têkoşînan û propagandaya wan de, tiştekî ne adil heye.”

Sachs diyar kir ku heta di sîstema cudakariya nîjadî (Apartheid) jî, darizandina kesek’ ku bi rêbazên ne qanûnî hatiye dadgehê, ne mimkun bû.

(şx/cx)

ANHA