​​​​​​​Li Qamişloyê Mîhrîcana 8′emîn a Wêje û Hunera Jinan

Bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" û bi beşdariya 100 jinên hunermend û wêjevan li Qamişloyê Mîhrîcana 8′emîn a Wêje û Hunera Jinan hate lidarxistin.

​​​​​​​Li Qamişloyê Mîhrîcana 8′emîn a Wêje û Hunera Jinan
1 adar, 2023   13:30
QAMIŞLO

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma cizîrê û bi beşdariya fireh a jinan mîhrîcan hate lidarxistin. Dê mîhrîcan du rojan dewam bike.

Di mîhrîcanê de 100 jin bi berhemên xwe yên wêjeyî û hunerî beşdar dibin. Mîhrîcan dabeşî 3 beşdan dibe; beşa destekdarî û mîrasê, beşa hunera şêwekariyê û tabloyan, beşa wêje, şano û sînemayê û di vê beşê de helbest û çîrok tên xwendin, şano û fîlm tên pêşandan.

Di roja yekê de Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi b-pêşandana huner ji hêla Koma Serdem a Hunerî dest pê kir. Dûre cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd behsa girîngiya van mîhrîcan ji bo jinan kir û wiha got: "Di mîhrîcana 8′emîn de asta afrînerî, dayîn û serkeftina jinan di tevahî aliyan de nîşan dide. Tê de berhemên wêjeyî û hunerî tên pêşkêşkirin."

Ahîn da zanîn ku ruxmî têkoşîna jinan, lê ew li hember gelek astengiyan e û wiha domand: "Bi hevgirtin û yekitiyê em ê hemû astengiyan têk bibin, bigihînin azadiya xwe û mafên xwe bi dest bixin."

Li aliyekî din jî endama komîteya rêxistinî ya mîhrîcanê, Botan Hoşî diyar kir ku dê di mîhrîcanê de tevahî huner û wêjeyên nûnertiya jin û rastiya wan dikin hebin û wiha got: "Dê mîhrîcan bi rengên biharê bên rengînkirinf û bi daxmaya jinê be. Lê ji ber mexdûrên erdhejê me biryar da ku di mîhîrcanê de stran û dîlan tune bin."

Di roja yekêm ya mîhrîcanê de pêşwaziyeke mezin ji hêla jinan ve hebû û tê de şanoyek bi sernavê "jin, jiyan" ya koma şanoyê ya jinên Darsîn hate pêşandan. Her wiha helbest bi zimanên erebî û kurdî ji hêla gelek helbestvanan ve, kurteçîrok bi zimanê erebî hatin xwendin û fîlma bi nave Berbû hate pêşandan.

Dê şano di roja xwe ya duyemîn û dawî de şanoyekê pêşkêş bike, dê helbest bi zimanê suryanî werin xwendin û komîteya nirxandinê axaftinekê bike. Di dawiyê de dê navendên kesên serkeftî werin ragihandin û xelat li wan werin belavkirin.

Di 2015′an de li Qamişloyê Mîhrîcana 1′emîn a Wêje û Hunera Jinan hate lidarxistin.

(fr)

ANHA